Li Geverê cezayê zindanîkirina heta hetayê li 7 kesan hat birîn

.

Li navçeya Geverê 7 kesên ku piştî teqîna otomobîla zirxpoş a leşkerî hatibûn desteserkirin, hatin girtin.

Li  navçeya Geverê ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 27ê Temûzê dema otomobîleke zirxpoş a artêşa Tirkiyê derbas dibû teqînek çêbûbû û piştî wê teqînê 7 kes hatibûn destserkirin. 

Li gor agahiyan doh karûbarên îfadeya wan her 7 kesan li dozgeriyê bi dawî bûne û ew kes ji aliyê Dadgeha Cezayan a Geverê ve bi  îdiaya “Têkdana yekitiya welat û yekbûna dewletê” bi cezayê heta hetayê yê zîndankiribnê hatine girtin.

Hate ragihandin ku ew 7 kes  piştî karûbarên li dadgehê bo girtîgeha Colemêrgê hatine veguhestin.

Di roja teqînê de 2 şivanên bi navên Levent Dere û Harun Ortaş hatibûn desteserkirin û dema desteserkirina wan bo 4 rojan hatibû dirêjkirin. Herwiha Davut Saritaş û Abbas Kirmizitaş li mezraya Muşan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibûn desteserkirin û  bo cihê teqînê hatibûn birin.

Her di çarçoveya heman lêkolînê de welatiyên bi navên Rifat Ekici, Menderes Ekici û Memduh Akbaş jî di girtina bi ser malan de hatibûn desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye