Li Geverê 2 gund di bin avê de man

Li navçeya Geverê ya ser bi bajarê Colemêrgê ji ber barana zêde li 2 gundan 250 mal hatin valakirin.

Li piraniya Kurdistanê, bareneke gur dibare û jiyana rojane dixe dijwariyê.

 

Ev 2 roj in li navçeya Geverê ya ser bi bajarê Colemêrgê baraneke zêde dibare. Ji ber vê barana zêde 2 gundên bi navê Qaydan û Alekanan, ku 20 kîlometreyan dûrê navçeyê ne û her yek ji wan ji 150 mal û 100 malan pêk tê, lehî rabû.

 

Li her gundan ji ber lehiyê gelek mal di bin avê de man û hatin valakirin. Herwiha Rûbarê Çemîneyê jî ji ber baranê, ku di nav gundê Alekanan re derbs dibû, di ser çû û ji ber vê yekê jî gelek malbat neçar man ku malên xw evala bikin.

 

Piştî bûyerê tîmên alîkariyê yên ser bi Rêveberiya Taybet a Colemêrgê û Rêveberiya Şantiyê ya Geverê bo cihê bûyerê hatin veguhastin.

 

Baran û şiliya li herêmê berdewam dike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin