Li Genevê pêşeroja Sûriye û Kurdistana Rojava tê gengeşe kirin

Li Genevê pêşeroja Sûriye û Kurdistana Rojava tê gengeşe kirin

 

Şandeyeka Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serokatiya Îbrahîm Biro li gel çend şerazayên yasaya navneteweyî yên kurd û biyanî li Genevê, di panêleka durojî de, dê li ser pêşeroja Sûryê û Kurdistan Rojava rawestin.

ENKS destûreka bigehîn jibo Kurdistana Rojava weke herêmeka federal di çarçeva Sûriyê de amade kirye ku di 5-6/7/2016-an de, dê di vê "workshop"ê de bête gengeşe kirin.

Ev destûra bigehîn niha tenê reşnivîse, lê tê çaverêkirin ku di kongreya çaremîn ya ENKS de bê pejirandin û bibe belgeyeka fermî.

Panêla navbûrî ji aliyê ofîsa ENKS li Genevê hatiye birêxistin û ji bal wezareta derve ya Almanyayê ve tê finanse kirin.

(E.B)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin