Li Fransayê êrîşekî hember polîs de 3 polîs mirin, polîsek jî birîndar bû

.

Li herêma Puy de Dome ya Fransayê, agahî ji polîs re hate dayîn ku tundiya nav malbatê heye û polîs dema geheşt deverê erîşek li hember polîsan pêkhat û 3 polîsan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, polîsek jî birîndar bû.

Êrîşkarê 48 salî yê ku gule berdan polîs, piştî êrîşê mala ku tê de bû agir berdayê.

Wezareta navxwe ya Fransayê ji ragehand bo girtina êrîşkar hemû xebat berdewam dikin.

Li gor nûçeya AFPê ew jina ku rastî tundiyê hatibû bi awayekî di ewlehiyê de hat rizgar kirin.

Tîmên agirkuj bo kontrol kirina şewatê xebatên xwe berdewam dikin.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye