Li Fransa û Swêdê bo Efrînê xwepêşandan

îro li Parîs û Swêdê ji bo piştgiriya Efrînê kurd daketin kolanan û xwepêşandan dan lidarxistin.

Bi hezaran kurd û piştgirên wan li kolanên Parîsa paytextê Fransayê operasyona Tirkiyeyê protesto kir.

 

Li aliyekî din îro li bajarê Stockholmê yê paytexta Swêdê jî ji aliyê sedan kurdan ve ji bo piştgiriya Efrînê û şermezarkirina dewleta Tirkiyeyê xwepêşandaneke mezin hat lidarxistin.

Xwepêşandaran bi pankereteke mezin ya ku li ser "Efrînê biparêzin" nivisîbû, daxwaza parastinê Efrînê kir û herwisa li ser pankerteke din ya mezin jî "Qetlîama li Kurdistanê bisekinînin" nivisîbû.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin