Li Farqînê qezaya duyemîn a trafîqê: 2 birayên hev jiyana xwe ji dest dan

.

 Li navçeya Farqînê, duh di saetên şevê de qezaya duyemîn a trafîqê pêk hat û di qezayê de 2 birayên hev jiyana xwe ji dest dan.
 
Duh li navçeya Farqînê ya Amedê, piştî qezaya tarfîqê ku di saetên berê evarê de çêbû û têde 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn, qezayeke din jî di saetên şevê de li gundê Malabadê yê navçeyê pêk hat. Di vê qezayê de jî otomobîla ku Bûrhan Dargin dajot li du birayên hev Nafîz û Recep Islanmaz qelibî. Nafîz Islanmaz li cihê bûyerê û birayê wî Recep Islanmaz jî li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê jiyana xwe ji dest. Ajokar Dargîn jî birîndar bû. 
 
Piştî qezayê her du bira li gundê xwe Malabadê hatin veşartin. 
 
Her wiha derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye