Li Ewropayê bo heman mûçeyê jin 59 saet zêdetir ji mêran kar dikin

Li Ewropayê jinek ku bikaribe bi qasî mêrekî mûçeyê werbigire, divê 59 saet zêdetirî mêran kar bike. Raporta Oxfamê a bi navê 'Xizaniya Jin û Kedan' newekheviya jin û mêran di nav bazara Ewropayê de derxiste holê.

Di raportê de hat gotin ku gengaz zêdetir e ku jin, li gorî zilaman mûçeyeke kêmtir werbigire. Li gor raportê, egera mûçeyeke ji heqê xwe kêmtir, bo jinan %21, bo zilama jî %13 e. Raport vê rewşê bi rola jinan di civakê de girê dide.

Ana Clevera ku di proseya amadekirina vê raportê de hebûye got jin, dema kar û barên malê dikin, heqê keda xwe nastînin.

Li gor raporta Oxfamê bi gelemperî jin, di sektorên kêm mûçeyê ên wekî, xizmetguzarî, paqijî, restorand û hwd de kar dikin.

Li gor nirxandina hevpeyvînên digel jinan, bi giştî tê gotin, xizaniya kedê fişaran dike ser rewşa fîzîkî û derûnî û herwiha çima ku karên wan zehmet in, bi demekê dirêj didomin û xeternak in, ligel wê jî strêsa anîna dawiya mehê, dibin sedema westaneke fizîkî, gerdûnî û giyanî.

Di raportê de hat gotin di nav jinan de herî zêde penaber, ciwan û malbatên bê dêyî an bê bavî zehmetiyê dikşînin.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê