Li Eskîfê gora Silêman Xanê Siltanê Eyyubiyan hat dîtin

Di dema kolandina berhemên dîrokî ya ku bi çerçoveya avakirina bendava Ilısuyê û projeya HESê tê kirin de li Eskîfa navçeya Batmanê, gora Silêman Xanê Siltanê Eyyûbiyan hate dîtin.

Serokê Muzeya Batmanê Şêxmûs Genç da zanîn mînareya Mizgefta Silêman Xan a ku di sala 1407an de hatiye avakirin, ht veguhastin û di dema kolandinan de rastî gora Silêman Xanî hatine ku bi belgeyan hatine tekezkirin ku ya Silêman Xanê Siltanê Eyyûbiyan e. Genç herwiha da zanîn li heman cihî 6 gorên din jî hatine dîtin ku tê texmînkirin gorên endamên rêvebir ên Xanedana Eyyûbiyan in. 

Hat gotin, gora Silêman Xanî, kêlikên gora wî, sendoqa wî û hestiyên wî, bi awayekî parastî bo Zanîngeha Artukluya Mêrdînê hatine veguhastin ku piştî vêkolînên li serê, wê cardin veguhezînin Batmanê û li Mûzeya Hezkîfê wê bêne parastin û nîşandan. 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")