Li Enstîtuya kurdî ya Parîsê pêşangeya wêneyan

Li Enstîtuya kurdî ya Parîsê pêşangeya wêneyan a Muzaffer Oruçoglu di 1ê hezîranê de bi beşdariyeke mezin vebû û wê heta 8ê hezîranê saet ji 14 ta 19an ji xelkê re vekirî be.

Wênevan Muzaffer Oruçoglu di 20ê sibata 1948an da li gundê Zavota mezin, ku girêdayî bajarokê Gole yê bajarê Qersê bûye. Wî dibistana seretayî li gundê Zavota biçûk û Qersê xwendiye. Dibistana navîn jî her li Qersê û lîse jî li Rîzeyê xwendiye. Xwendina xwe ya bilind jî li Zanîngeha Stembolê, Fakulteya zanistan, beşê Astronomî û Matematîkê kuta kiriye. 
Di 1968an de beşdarî tevgera xwendekaran bûye û ketiye redaksiyona kovara Çepê tirk. Piştî darbeya 12ê adara 1971ê ji ber çalakiyên xwe yên siyasî hatiye girtin, 13 salan di zindanê de maye ku di wê navê de helbest û roman nivîsîne.
Piştî ku derdikeve tê li Fransayê bicîh dibe, nivîskarî û wênevaniya xwe didomîne. Di 1988an de diçe Awustraliya, du salan diçe Xwendegeha wêne û peykertiraşiyê ya Melbournê. Ji wir jî derbasî Enstîtuya teknolojiyê dibe û li beşê Hunerê gelerî peykertiraşiyê dixwîne.
Her wiha li dor sîh pirtûkî çap dike, ku ji wan 13 roman, 7 berhevokên helbestan, 3 berhevokên çîrokan û 2 jî çîrok in. Ew her li Awistraliyayê dijî.
Pêşangeha wî ya li Enstîtuya kurdî ya Parîsê bi ser navê “Dinya hemî mala min e” hatiye li dar xistin û tê de hin portreyên nivîskarên cîhanî, berhemên wan ên serekî yan lehengên berhemên wan hene. Wî di wêneyên xwe de teknîkên cihê yên wêneyên zeytî, akrîlik, şîrêza okalîptus û stîlên tevlîhev ên realîst û surrealîst pêk aniye ku formên nû peyde bike. Berhemên wî li ser mijarên mercên jin, zarok û karkiran e. 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye