Li Enqerê bûyera trena bilez

Li Enqerê di qezaya trena bilez a îro pêkhat de 3 kes ajokarên trenê bi giştî 9 kes mirin, 48 kes jî birîndar bûn.

Trena bilez a ku sefera Enqerê û Konyê dikir li Enqerê li rawestgeha Marşandiz a ser bi navçeya Yenimahale ya Enqerê qeza kir.

Li gor wezîrê gihandinê yê Tirkiyê Cahît Turhan kesên ku jiyana xwe ji dest dane, hejmara wan gihiştiye 9 kesan ku 3 ji wan makînîst in û 48 hemwelatiyên birîndar jî rakirin nexwaşxanê.

Li aliyekî din li ser vê, 3 kes hatine desteserkirin û lêkolîn berdewam in.

Herwiha hat gotin, ji ber tunebûna pergala sînyalîzasyonê, herdu trên berê xwe dane heman aliyî ji ber wê jî li hev dane.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin