Li Enqerê bi şev li Amedê bi roj û bi şev

Rewşa Awarte ne li hemû bajarên Tirkiyê wekhav dihê tetbîqkirin; tetbîqkirina wê li Kurdistanê cûda ye!

Walîyetîya Enqerê ya paytaxa Tirkiyê daxuyanî belav kirîye û gotîye; "li wilayeta wan piştî ku roj here ava êgir vêxsitin, çalakî li dar xistin û bi dengê bilind xelkê rehetsiz kirin, stran û marş strandin û slogan avêtin, civîn û dayina daxuyanîyê pressê bi çi sebebî dibe bile bibe li gor xala  17 a 2911 a Civîn, Meş û Xwepêşandan û li gor xala 11 a Qanûna 2935 a Rewşa Awarte li wilayata wan hatîne qedexekirin yên ku li gorî vê tevnegerin dê di derheqê wan de miameleyê cezayî bihê kirin."

Li Amedê û bajarên din yên bakurê Kurdistanê ne tenê bi şev bi roj jî  li meydanan stand vekirin, çadir danîn, daxuyanîyên çapemenî, çalakîyên rûniştinê, xwepêşandin û bi her hawî civîn û meş hatine qedexekirin. Ji xwe bi şev li bajarên Kurdistanê ji tirsa polis û leşkeran kes newire derkeve derve!

Carek din derket ortê ku Rewşa Awarte ne li hemû bajarên Tirkiyê wekhav dihê tetbîqkirin; tetbîqkirina wê li Kurdistanê hin "bê hiqûq û bê edalet"e! 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin