Li Êlihê di bûyereke hatûçûnê de 2 kesan canê xwe ji dest dan

.

 

 Li navçeya Sason (Qabilcewz) a Êlihê minibûsa ku xwandevan û karker têdebûn ji terazin û kendaleke 300 metreyî de çû xwarê û qulibî, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 jê giran 27 kes jî birîndar bûn. Hat zanîn kesên ku jiyana xwe ji dest dane bira û xwandevan bûne.

Li navçeya Sason a Êlihê li dora gundê Gurgenlî minibûsa ku xwandekar û karker têdebûn qulibî û ji 300 metreyî de çû xwarê. Li ser agahdar kirina kesên derdor tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê hatin cîhê bûyerê

Di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 jê giran 27 kes jî birîndar bûn. Hat zanîn birîndar ji nexwaşxaneya Êlihê ya dewletê re hatin rakirin û hat ragehandin ji 27 birîndaran rewşa 5 birîndaran girane û metirsiya jiyanî heye.  

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye