Li Efxanistanê helîkoptereka Amerîkî ket

Li herêma Loger ya Efxanistanê helîkoptereka serbazî ya Amerîka ket, du serbazên Amerîkî hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan- Şeva borî hêzên Efxanistanê bi piştevanîya hêzên Amerîkî, li devera Çerx ya eyaleta Loger ya Efxanistanê operasîyonek li dijî çekdarên Taliban pêk anîn.

Li gorî agahîyan, di wê operasîyonê de helîkoptereka Amerîkî ket. Di wê rûdanê de du serbazên Amerîkî hatin kuştin.

Berpirsên Taliban dibêjin, ew helîkopter ji alîyê çekdarên wan ve hatîye xistin lê berpirsên Amerîkî ew red kirine.

Li gorî amarên Pentagonê, ji sala 2001 ve heta niha du hezar û 218 serbaz û personelên Amerîkî li Efxanistanê hatine kuştin.

Çavkanî: Basnews

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin