Li Efrînê YPGê êrîş bire ser çekdaran

Ceyş El-Îslam eşkere kir, ku çekdarên wê grûpê li derdora nahiyeya Bilbilê ya ser bi Efrînê ve di şerê li dijî YPGê de beşdar bûne. YPGê jî ragihand, ku wan êrîşî ser navendeke grûpa çekdar a Feyleq El-Mejid kiriye û 3 çekdarên wê grûpê hatine kuştin.

Berdevkê Ceyş el-Islam, Hemze Bêreqdar, ku berê li Xûteya Rojhilat a ser bi gundewarê Şamê bûn û niha li herêma Efrînê û derdora wê hatin bicihkirin, ragihand, ku piştî êrîşên YPGê bo ser çend xalên Feyleqa sêyem a Artêşa Niştimanî, çekdarên Ceyş El-Îslam li eniyên şer li Dêr Mişmiş a li derdora Efrînê hatine bicihkirin û dest bi şer kirine.

 

Ji aliyê xwe ve jî Navenda Ragihandinê ya YPGê ragihand, ku li gundê Heyama yê girêdayê nahiyeya Bilbilê ya Efrînê, yekîneyeke wan êrîşî ser rêbenda kontrolê ya Feyleq El-Mejid kiriye.

 

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPGê, di encama wê êrîşê de 3 çekdarên Feyleq El-Mejid hatine kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin