Li Efrînê şerekî dijwar derket

.

 Li navenda Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, do şev şerekî dijwar di navbera komên çekdar de derket.

Li gor çavkaniya taybet ji nav bajarê Efrînê daye zanîn, şer û pevçûn di navbera koma Ehrar el-Şerqiye û Fîrqeya 9 de, li cadeya Wêlat li navenda bajarê Efrînê derketin.

Zanyariyên wê çavkaniyê destnîşan kirine, di şer de çekên otomatîkî û RBG hatine bikaranîn û di encamê de, herî kêm 5 kes birîndar bûne.

Di nav birîndaran de fermandeyekî serbazî bi navê Ebû Ebdo Elolo, û medyakarê Ehrar el-Şerqiye Haris Rebah, û jinek û zarokek û ciwanek hene.

Medyakarê Ehrar el-Şerqiye Haris Rebah, wekî “medyekarê kujer” tê binavkirin, ji ber ku ew dîmenên kiryarên kuştinê yên ji aliyê çekdarên Ehrar el-Şerqiye ve dikişîne.

El-Haris Rebah, dîmenên kuştina siyasetvana Kurd Hevrîn Xelef ji aliyê çekdarên koma bi fermandariya Ebû Hatim Şeqra ve, di dema êrîşa sala 2019 a Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de kişandibûn.

Koma Ehrar el-Şerqiyê û her du fermandarên wê Ebû Hatim Şeqra û Ebû Cafer Şeqra, meha borî, ji aliyê Amerîka ve ketin nav lîsteya cezayan.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye