Li Efrînê şer..Komên çekdar bi hev ketin

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera du grûpên çekdar ên opozisyonê de şer û pevçûnên navxweyî derket.

Hate ragihandin ku li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê, doh di navbera 2 hêzên çekdar ên opozisyonê de  şer derket.

 

Bi gotina welatiyê ji Efrînê, sedema sereke ya van şer û pevçûnana ew bû, ku agahdarî ji grûpekê ji wan re hatibû ku ji taxa Mehmûdiyê derkeve û here nahiyeya Şêrawa.

 

Piştî ku vê grûpê derketina xwe ji Mehmûdiyê red kir, şer û pevçûn di navbera wê û grûpeke din de derketin.

 

Şer û pevçûna wan herdu grûpan, heta berê sibeha îro yekşemê (01.07.2018), berdewam bû, lê ti zanyarî derbarê navên wan grûpan, yan jî ziyanên madî û canî de nehatine bidestxistin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin