Li Efrînê revandina xelkê Efrîniyan berdewam e

Revandina welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve berdewam e û şeva bûrî li gundekî Efrînê dêyek û 4 keç û kurên wê revandin.

Çalakvanên Efrînê ragihandin, şeva bûrî grûpa bi navê Tevgera Nûredîn Zenkî li gundê Hêkiçê ya ser bi navçeya Şiyê ve diya bi navê Xedîce Mistkêlo ya 50 salî, kurê wê Kîvara Tanê (24 salî), keçên wê Cînan (26 salî) Mîdya (20 salî) û Cîhan tanê (17) salî revandin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara bûrî de ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê ve, bi armanca standina peryan xelkê zêdetirî ji hezar welatiyên Efrînê revandin.

Vê derbarê de berî demekê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de belav kiribû, grûpên çekdar ên li Efrînê zêdetir ji hezar welatiyên Efrînê revandin û li hember azadkirina wan daxwaza bireke mezin ji pereyan kirin, ku ta niha nîvê wê hejmarê jî hîna girtî ne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin