Li Efrînê Revandin

Grûpên çekdar ên Efrîn dagîrkirine, zêdetir ji 20 welatiyên Kurd revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan dikin.

Grûpên çekdar ên Efrîn dagîrkirine zêdetir ji 20 welatiyên Kurd revandin û li hember berdana wan daxwaza pereyan dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, roja 2ê Îlonê grûpeke çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî bi 12 otombîlan avêtin ser gundê Maratê û bi buhaneya ku pêwendiyên wan bi Rêveberiya Xweser re hebûne, zêdetir ji 20 welatiyan revandin.

Wê rêxistinê navên hin kesên ji gundê Maratê hatine revandin belav kir, ku wiha ne: Rêzan Xelîl Elî, Seîd Xelîl Eyûbî, Mihemed Ehmed Eyûbî, Elî Xelîl Nasan, Elî Henan Cencî, Ednan Ednan Cencî, Elî Mihemed Îbrahîm, Elî Osman Îbrahîm, Sefwan Ehmed Osman, Ehmed Ebdilrehman Qilêç, Omer Heyder Misto, Roken Heyder Misto, Xelîl Ehmed Elî, Mistefa Alo, Husên Hemo Nasan.

Wê rêxistinê diyar kir, wê grûpê pêwendî bi malbatên hin kesên revandî re kirin û ji bo berdana wan daxwaza pereyan kirin û piştî dana pereyan 2 kes ji wan hatin berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan belav kir jî, roja 1ê Îlonê grûpeke çekdar welatî Mistefa Genco Îbo yê 60 salî ji nava Efrînê revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.

Ji aliyekî din ve jî wê rêxistinê da zanîn, welatî Henan Emîn Îbo ku roja 23ê Tebaxê ji aliyê grûpeke çekdar ve hatibû revandin, piştî wê grûpê 3 milyon Lîreyên Sûrî (dora 6 hezar Dolar) fidye ji malbata wî stand, ew berdan.

ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve di 18ê Adara 2018an ve û li gor zanyariyên çalakvanan zêdetir ji 2 hezar welatiyên Efrînê hatine revandin û winda ne.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike