Li Efrînê navên gundên Kurdî bo Tirkî têne guhertin

Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê dest bi guhertina navê gundên herêma Efrînê kirine û li şûna navên kurdî, navên Tirkî li gundan dikin.

Piştî prosesa erebkirina herêma Efrînê û guhertina demografiyaya wê, niha prosesa tirkkirina nav û sîmayên herêmê bilez dibe. Li devera Bilbilê, grûpên çekdar dest bi guhertina navên gundan kiriye û li şûna navên kurdî yên resen, navên Tirkî li wan tên kirin û li ser tabloyan tên nivîsandin.

 

Navê gundê Kotana, ser bi devera Bilbilê bi Zafer Obasî hatiye guhertin. Navê gundê Qestela Miqdêd, ser bi heman deverê, bi Selçuk Obasî hatiye guhertin.

 

Berê jî meydana sereke li naverasta bajarê Efrînê bi meydana Recep Tayyip Erdoğan hatiye binavkirin.

 

Meydaneke din a bajarê Efrînê bi navê meydana Çiqlê Zeytûnê hatiye binavkirin û alaya Tirkiyê li ser hatiye çêkirin.

 

Navê tevahiya sazî û dezgehên rêveberî û xizmetguzariyê bi zimanê Tirkî hatine nivîsandin û heta devera pîşesaziyê li bajarê Efrînê bi zimanê Tirkî û alaya Tirkiyê hatiye fetisandin.

 

Li her dever û şûnekê li nav bajarê Efrînê û tevahiya herêmê alaya Tirkiyê hatiye bilindkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin