Li Efrînê mayîn teqiya

Hate ragihandin di encama teqîneke bombeyî li gundê Qêsimê navçeya Recoya Efrînê de, 5 kes birîndar bûn.

Li gor ragihandina jêderên herêmî, îro 18ê Gulanê di encama teqîna bombeyekê de li gundê Reco 5 welatî birîndar bûn ku rewşa dudiyan ji wan di xetiriyê de ye.

Hat zanîn ku gundiyên Efrînê yên bi navê Şêxo Henan, Ehmed Qadir û hevjîna xwe Leyla, Cemal Şêxo û Mihemed Ebdilhenan, bi traktorê li ser rêya navbera gundê Qêsim û Şêx dimeşiyan ku wê kêliyê mayîn di çerxa traktorê de teqiya.

Heman jêderan ragihand, ji ber ew her roj wê rêyê bikar tînin diyar e ku mayîn nû hatiye çandin û bi wan de teqiyaye.

Cemal û Mihemed Henan ku birînên wan giran bûn, ji bo nexweşxaneyên Hatay a Tirkiyeyê hatine veguhestin.

Piştî kontrolkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên piştevaniya wan dike, gelek caran bûyerên teqîna mayînan çêbûne ku heta niha bi kêmî 50-60 kesan can daye.

Xelkê Efrînê bi çandina mayînan komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê tawanbar dike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin