Li Efrînê komên çekdar cardin bi hev ketin

Grûpên çekdar ên bi artêşa Tirkiyê re ketine Efrînê, li nava bi hev ketin û dengê topan jî li nava Efrînê tê bihîstin.

Ji duhî ve şer û pevçûn di navbera grûpên çekdar de li nava Efrînê derketiye. Îro jî ji Girê Keferşîlê (2 km) li rojavayê Efrînê top ber bi aliyê rojhilatê Efrînê tên avêtin.

Hate zanîn, şeva borî jî dengê teqînekê lê nêzîkî dowara Newroz a Efrînê hat bihîstin, di piştre jî dengê ambulansan hat bihîstin. Tê gûmankirin ku grûpên çekdar bi xwe ew teqîn encam dabin.

Amaje bi wê yekê jî, ji duh ve û bi destpêka pevçûnan re, rewşeke aloz li nava Efrînê dirust bûye û xelkê Efrînê di malên xwe dimînin û newêrin ji malên xwe derkevin.

(K24)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin