Li Efrînê dest bi kampanyaya 'Mala min mafê min e' hat kirin

.

 Rojnameger û çalakvanên Efrînê bi dirûşm û hashtaga "Mala min mafê min e" kampanyayek da destpêkirin.

Armanca wan ew e ku malên dagirkirî li xwediyên wan ên resen werin vegerandin.

Xelkê Efrînê li ser torên civakî bi vê hashtagê daxwazên xwe tînin zimên.

Ew hewl didin ku dosyeya malên desteserkirî yên li Efrînê careke din bînin rojevê û rêkarên vegerandina malan leztir bibin.

Dest danîne ser bi sedan malan

Rojnamegerên herêmê diyar kir ku ew bi dehan gilî û gazinan ji xelkê herêmê werdigirin.

Xelk ji dest danîna ser malên xwe û nevegerandina wan gilîdar e.

Rojnamegeran amaje pê kir ku bi sedan mal hîn jî ne di destê xwediyên wan ên resen de ne.

Wan eşkere kir ku armanca kampanyayê ew e ku ev dosye careke din ji raya giştî re were pêşkêşkirin.

Her wiha ew dixwazin destdanîna ser malan bi dawî bibe û mal li xwediyên wan ên resen werin vegerandin.

Bangî xelkê kirin

Birêvebirên kampanyayê bangî xelkê Efrînê û kesên piştgir kir ku beşdarî kampanyay  #Mala_Min_Mafê_Min_e bibin.

Wan xwest ku ev hashtag zêdetir were belavkirin da ku nîqaşên li ser vê mijarê berfirehtir bibin û aliyên pêwendîdar ji bo çareseriyê gavan biavêjin.

Ji şeva çarşema borî ve heta îro bi hezaran hesaban ev hashtaga bi kar aniye.

Bikarhêneran di postên xwe de wêneyên mal û zeviyên wêrankirî û wêneyên arşîvê yên Efrînê û gundên wê belav kirin.

Kurdistan Haberleri

Arêşeya şêwandina navê Kurdî di kerta niştîmanî û pasportan de tê çareserkirin
Li dijî zextên Talîbanê 44 welat bûn yek: Ji cîhana Îslamî tenê Îmarat heye
Rezaî: Divê ewlehiya sînorên me yên bi Herêma Kurdistanê re were parastin
Di Navbera Daxwaza Zanistî û Polemîka Sîyasî de Nîrxandina Kritik Li Ser Berhemê Serkan Acar “Rusya’da Kürdoloji Çalışmaları”
Amnesty: Îranê di xwenîşandanên 2022yan de tawanên li dijî mirovahiyê kirine