Li Efrînê çekdarên Tirkîyê du jinên kurd revandin

Çekdarên ser bi Tirkîyê, 2 jinên Kurd li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê revandin.

Navenda Nûçeyan - Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovî belav kirîye, grûba Sultan Murad a ser bi Tirkîyê, bi ser gundê Sêmalka yê navçeya Mabeta ya Efrînê de girtin û malên wî gundî pişkinîn kirin. 2 jinên Kurd ên wî gundî girtin û ji bo cihek nedîyar birin, bê ku sedemên girtina wan her 2 welatîyan eşkere bikin.

Rewangehê belav jî kirîye, berîya niha hevjînên wan her 2 jinan jî, ji alîyê heman grûba çekdar ve hatibûn girtin û heta niha di zîndanek wê grûbê de dimîn in.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alî Tirkîye û grûbêb çekdar bi ser ve, gelek tawan encam didin. Rêxistinên mafên mirovî yên navxweyî û navneteweyî jî dîyar dikin, ku ew tawan cihê dilgiranîyê ne û divê kiryarên wan werin siza kirin.

 

 

Siyaset Haberleri

Pascal Confavreux: Em çavdêriya peymana di navbera Şam û HSDyê de dikin
Amerîkayê ceza bi ser karsazê Îranî Elî Ensarî de sepand
Almanya: Em dê piştgiriya ji bo Pêşmergeyan bidomînin
Li Herêma Kurdistanê di 6 mehan de 31 karker li ser kar mirin
Peyama tund a Kongreya Amerîkayê: Heta S-400 hebin F-35 nînin