Li Efrînê çekdaran gorên Kurdan têk didin

Çekdarên opozisyonê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di berdewamiya binpêkariyên xwe yên di derheqê welatiyên Kurd ên herêmê de, kêl û gorên Kurdan têk didin.

Welatiyekî ji Efrînê ragihand ku doh roja Çarşemê  çekdarên opozisyonê kêlik û gorên goristana gundê Edama yê ser bi bajarokê Reco ve têk dane û bi erdê re rast kirine.

 

Bi gotina wî welatiyê ji Efrînê, hinceta çekdaran bo têkdana kêl û goran, ew bûye ku ew kêl û gor ji erdê bilind in û li gor hizrê wan, divê bi erdê re bên rastkirin.

 

Hefteya bihorî jî çekdarên opozisyonê kêl û gor, li gundê Meydankê yê ser bi nehiyeya Şera yaEfrînê ve bi heman behaneyê têk dabûn û bi erdê re rast kiribûn.

 

Di Kanûna bihorî de jî, bi hinceta firehkirina rê, çekdaran heman kiryar li gundê Sinarê yê ser bi nehyeya Şera kiribûn û zêdeyî 500 gorên goristana wî gundî têk dabûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin