Li Efrînê çekdaran dest danîn ser zeviyên welatiyên Kurd

.

Li bajarokê Şiyê yê herêma Efrînê, Firqeya Siltan Silêman Şah dest daniye ser zeviyên 6 welatiyên Kurd û ji bo Ereb û Tirkumanên hawirde dest bi avakirina xaniyan kiriye.

Biraziyê yek ji wan welatiyên ku zeviyên wî hatine desteserkirin ji Rûdawê re ragihand ku projeya avakirina xaniyan ketiye warê cîbicîkirinê.

Bajarokê Şiyê yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wî bajarokê navborî dagîr kirine. Nişteciyên gund ên resên 100% Kurd bûn.

Dîmen li hemana meydana bajarokê Şiyê ku roja 17ê adara 2021ê hatine kişandin, bajarok tejî çekdar û Ereb û Tirkumanên hawîrde bûye û alên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê asman nixumandine.

Niha li Şiyê, projeyeke avakirina yekeyên niştecîbûnê ji bo Ereb û Tirkumenên hawîrde li ser zeviyên nişteciyên resen tê cîbicîkirin.

Fotoyên taybet ji cihê projeya avakirina yekeyên niştecîbûnê ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine kişandin û şandin. Di fotoyan de diyar dibe ku kar û amadekarî ji bo avakirina wan yekeyên niştecîbûnê tê kirin.

Mistefa Şêxê, biraziyê Cemîl Şêxo, ku xwedanê yek ji zeviyên desteserkirî ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê da zanîn ku: “Ew zevî yên 6 welatiyan in ên bi navê Cemîl Şêxo, Mihemed Ibrahîm, Şêx Hisên, Yûsif Mamo, Reşîd Silêman, Mihemed MistefaLi bakurê rojavayê Şiyê li ser riya Qermitliqê ne û rûbera wan 30-35 donim e.”

Mistefa Şêxo ji Rûdawê re tekez kir ku bi darê zorê dest hatiye danan ser tevahiya wan zeviyan.

Nişteciyên resen ên bajarokê Şiyê 100% xurû Kurd bûn, lê piştî dagîrkirina wê ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyonê Sûriyê, niha tenê 55% Kurd mane û 45% bûne Ereb û Tirkumenên hawirde.

Kurdistan Haberleri

Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan