Li Efrînê çekdaran 2 welatiyên Kurd revandin

Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê komên çekdar 2 welatiyên Kurd revandin û li gorî çavkaniyên xwecihî, çarenivîsa wan herdu kesan nediyar e.

Welatiyekî ji Efrînê ragihand, ku çekdarên opozisyona Sûriyê ciwanekî Kurd ê bi navê Ehmed Ebdulletîf revandine û heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

 

Ehmed Ebdullteîf xelkê gundê Nisriyê yê ser bi nahiyeya Cindirêsê ve ye.

 

Her li Efrînê çavkaniyekê ragihand, ku çekdarên hêza bi navê Sultan Silêman Şah, ku bi navê El-Emşat naskirî ye, cotkarê Kurd ê bi navê Zekî Ebdo ji Nahiyeya Şiyê revandine.

 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî, çekdarên grûpa Sultan Silêman Şah daxwaza pereyan ji malbata wî cotkarî dikin.

 

Ji 18ê Adara bihorî ve heta niha, nêzîkî 2 hezar welatiyên Efrînê li ser destên çekdarên opozisyonê hatine revandin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin