Li Efrînê çarenivîsa zimanê Kurdî: Wekî 'zimanekî biyanî' miameleyê dibîne?

.

Li dibistanên Efrînê zengilê lê daye lê dengê wê ji bo her kesî ne yek e.

Li aliyekî îdiayên “dûrxistina zimanê Kurdî” û “kêmasiya pirtûkan” bilind dibin, li aliyê din jî tê gotin ku “ji sedî 95ê dibistanan ji xwendinê re amade ne.”

Di navbera van her du nêrînên dijber de, rastiya perwerdeya li Efrînê bûye mijara nîqaşeke nû.

Çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo ragihand ku li herêma Efrînê pêdiviyên perwerdeyê kêm in û zimanê Kurdî ji dibistanan tê dûrxistin.

Li aliyê din, çavkaniyeke fermî ya birêvebiriya Efrînê îdia kir ku rewş li gorî deverên din ên Sûriyeyê "maqûl e" û ji sedî 95ê dibistanan ji perwerdeyê re amade ne.

Çalakvanê mafên mirovan Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re diyar kir ku rewşa aloz û bêserûberiya ewlehiyê ya li herêmê ne tenê bi girtin û revandinê sînordar e, di heman demê de bandorê li perwerdeyê jî dike.

"Pirtûk û pêdiviyên dibistanê nînin"

Îbrahîm Şêxo li ser rewşa perwerdeyê got,"Ev yek yan siyasetek e ku desthilata xwecihî ya Efrînê dimeşîne, yan jî nehiştina perwerdeyê ye.

Tevî ku nêzîkî du mehan di ser vekirina dibistanan û sala xwendinê ya 2025-2026an re derbas bûye, hîn jî pirtûkên dibistanan nînin û piraniya pêdiviyên wekî pênûs û defteran peyda nabin."

Şêxo diyar kir ku kesên agahiyên wan hene ji ber "tirsa li ser jiyana xwe" newêrin bi awayekî eşkere li ser perwerdeyê biaxivin.

Her wiha wî destnîşan kir ku mamosteyên li Îdlib û Efrînê ji bo zêdekirina meaş û başkirina rewşa jiyana xwe "di grevê de ne."

"Zimanê Kurdî bûye mîna zimanekî biyanî"

Îbrahîm Şêxo li ser rewşa zimanê Kurdî jî axivî got,"Zimanê Kurdî li Efrînê li kêleka zimanê Erebî dersa sereke bû.

Kurdî niha hatiye dûrxistin û wekî zimanekî biyanî mîna yê Fransî û Îngilîzî miamele pê re tê kirin.

Ev îdare ti girîngiyê nade zimanê Kurdî.

Par jî bi hinceta nebûna bername û pirtûkan zimanê Kurdî hatibû paşguhkirin.

Îsal jî pirtûkên Kurdî li dibistanan nehatine belavkirin û kadroyên perwerdeyê yên Kurdî jî li dibistanan nînin."

Banga li hikûmetê

Îbrahîm Şêxo bangî aliyên pêwendîdar kir ku rê li ber dûrxistina zimanê Kurdî bigirin û got:

"Em bangî hikûmeta Sûriyeyê dikin ku pêdiviyên sereke pêşkêş bikin da ku dibistan bi awayekî çalak dest bi perwerdeyê bikin.

Divê wekî zimanê Erebî rêz li zimanê Kurdî jî were girtin, ji ber ku ev zimanê şêniyên herêmê ye.

Beriya sala 2018an rêjeya Kurdan ji sedî 95 bû, niha jî ew rêje nêzîkî ji sedî 75 e."

"Rewş baş e"

Li hemberî van daxuyaniyan, Tora Medyayî ya Rûdawê xwe gihand çavkaniyeke fermî ya Birêvebiriya Efrînê.

Vê çavkaniyê diyar kir ku rewşa Efrînê li gorî deverên din ên Sûriyeyê "baş e" û ji sedî 95ê dibistanan ji perwerdeyê re amade ne û perwerde tê dayîn.

Kêmasiya mamosteyan

Çavkaniya hikûmetê li ser rewşa dibistanan got, "Îsal piştî guherîna rewşê, piraniya mamosteyan vegeriyan parêzgehên xwe û ji ber vê yekê kêmasî derketin.

Li hinek gundên dûr ji ber nebûna kesên xwedî bawername dibistan nehatine vekirin.”

“Gunehê xwendekaran nîne”

Heman çavkaniyê derbarê greva mamosteyan jî de axivî got, "Rast e, hefteyekê grev hat kirin lê grev ne çareserî ye.

Gunehê xwendekaran nîne û peywendiya wan bi meaşan re nîne lê soz hene ku meaşên hemû karmendan û di nava wan de yên mamoste jî werin başkirin."

"Pêdivî hene, nexşe kêm in"

Çavkaniyê îdiayên nebûna pêdiviyan red kir û got,"Ev zanyarî ne hûrgilî ne.

Ji sedî 59 heta 100ê kursî, derî û pencereyên dibistana hene lê kêmasiyeke mezin di amûrên ravekirinê yên wekî nexşeyan de heye."

Bernameya perwerdeyê û zimanê Kurdî

Li gorî çavkaniya hikûmetê li Efrînê bernameya Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê tê bikaranîn.

Heman çavkaniyê li ser rewşa zimanê Kurdî ya di dibistanan jî de got,"Li gorî plana wezaretê, li Efrînê zimanê Kurdî wekî zimanê duyem tê dayîn.

Hefteyê du saetan ders heye. Ji bilî pola 9an û amadehiyê ji bo hemû polan derbasdar e. Zimanê Tirkî jî wekî dersa ezmûna dawî tê dayîn."

Amarên dibistan û xwendekaran

Li gorî zanyariyên ku gihîştine Rûdawê, li herêma Efrînê nêzîkî 300 dibistanên seretayî, navendî û amadehî hene.

Hejmara xwendekarên seretayî nêzîkî 40 hezarî ye. Li qonaxa navendî di navbera 2 hezar û 500 û 3 hezar xwendekar hene.

Hejmara xwendekarên amadehiyê jî nêzîkî 2 hezar û 500 kesane.

Siyaset Haberleri

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê: Pêwîstiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê bi nûnertiyê heye
PDK: Eger YNK neyê alternatîfên me hene
Nifûsa Başûrê Kurdistanê 10 milyon derbas kir
Tirîfe Ezîz: Divê Amerîka bi lez sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê
Komîteya Ewlehiyê ya Hewlêrê: Serkêşê bûyerên Xebatê hate girtin