Li Efrînê bi moşekan êrîş kirin: 2 kesan can dan

.

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, bi moşekan êrîşî taxa Zêdiyê û taxa Bûbenne kirin û di encamê de yek ji wan zarok, 2 kesan can dan.

Li gor çavkaniyên xwecîhî diyar kirin, di êrîşan de çend moşek li taxa Zêdiyê û li taxa Bûbenne ketine û di êrîşan de 2 kesan can dane ku yek ji wan zarok e û 10 kes jî birîndar bûne.

Hat eşkerekirin, navên kesên di êrîşan de birîndar bûne ev in; Mesûd Reşîd Husên (40), Mistefa Cume Samir (9), Mihemed Elî Wamûne (60), Selwa Heyder Wamûne (30), Yasîn Umer Xalid (30), Salî Şêx Nisan (18), Imad Usman Mistefa (40), Mihemed Yûsif Taha (35), Ziyad Umer Husên (35) û zarokek navê wî nayê zanîn.

Herwiha hêzên artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê jî do gundên Mirenaz, Eyn Deqne, El Elqemiye û Balafirgeha Minix a serbazî yên li herêma Şehbayê topbaran kiribûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û her car teqîn rû didin û êrîşên moşekî têne kirin, di encamê de jî welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye