Li Efrînê 8 kurdên din ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin

.

Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 8 welatiyên din yên kurd ji aliyê çekdarên Tirkiyê ve hatin revandin.

Çekdarên koma El Hemzat ligel polîsê leşkerî li gundê Keferdela Jêrîn yê ser bi nahiya Cindirês ya Efrînê, welatiyê bi navê Ronî Xelîl Dado, hevjîna wî û du zarokên wî revandin û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

Herwiha li bajarê Efrînê jî grûpa çekdar a El Hemzat bi ser mala Ednan Cimo de girtine, ew û 3 endamên din ên malbata wî Fatîme Mehmûd, Rizgar Ednan Cimo, 'Elya Ednan Cimo ji aliyê wê grûpa çekdarî ve hatine revandin.

Tevî ku xizmên wan ji bo wergirtina agahiyên derbarê wan de serdana baregeha leşkerî kirine jî, lê ti agahî derbarê wan de nehatine dayîn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye