Li Efrînê 7 kes ji yek malbatê şehîd bûn

Di encama êrîşa firokeyên şer li ser navçeya Mabeta, 7 welatiyên sivîl şehînd bûn, termên 3 welatiyan hîna di bin avahiyên rûxandî de mane.

Çalakvanên ji gundê Mabeta ji K24ê re raghandin, şeva bûrî firokeyên Tirkiyê navçeya Mabeta bombebaran kir, di encamê de 7 welatiyên ji yek malbatêtê şehîd bûn û ta niha termên 3 welatiyan di bin avahiya rûxandî de ne.

Çalakvanan diyar kirin, ew malbat ji gundê Qerah yê ser bi bajarê Babê ne û berî demekê koçberî navçeya Mabeta kiribûn.

Roja 20ê vê mehê Tirkiyê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê "Şaxa Zeytûnê" bi fermî ragihand. Operasyon ji bilî beşdarbûna tan, topxane, zirîpoş û hêzên esmanî yên wî welatî, bi hezar çekdarên mîlîşyayên opozîsyona Sûriyê  bi rê ve diçe.

Îro jî HSDê di daxuyaniyekê de amarên qurbaniyên heft rojên operasyona li dijî Efrînê belav kiribû, ku ta niha 59 welatî û 43 şervan şehîd bûn û 134 welatiyên din jî birîndar bûn.

Tê zanîn bi piranî kurdên Elewî yên li navçeya Mabetayê dijîn, ji Dêrsimê sirgûnî vê derê bûne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin