Li Efrînê 2 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin revandin

.

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 2 kesên sivîl revandin

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, welatiyê bi navê Elî Mîrza Cafer yê ji gundê Şadêrê, ji roja 29ê Hezîranê ve di navbera gundê Celemê û Til Silorê de winda bûye û çarenivîsa wî ne diyar e û tê pêşbînîkirin ji aliyê grûpên çekdar ve hatibe revandin.

Rêxistinê Mafên Mirovan belav kir jî, çekdarên grûpa Polîsa Leşkerî roja 28ê Hezîranê parêzer Reşîd Kekec ku endamê Komeleya Kurdên Serbixwe ye ji gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye