Li Efrînê 18 şehîdên din jî hatin veşartin

Li Efrînê cenazeyên 18 şervan û sivîlên ku di encama êrişa artêşa Tirkiyê de can dabûn, hatin veşartin.

Ev 6 roj in artêşa Tirkiyê bi hemû hêza xwe êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dike. Heta niha gelek sivîl û şervan şehîd bûne û gelek kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên nêzîkî YPGê dan zanîn, îro cenazeyên 18 şervan û sivîl (16 şervan û 2 sivîl) li gundê Metîna yê Efrînê hatin veşartin.

Çend roj berê jî cenazeyên 17 şervan û sivîlan hatibûn veşartin.

Malperên nêzîkî YPGê dibêjin, heta niha 36 sivîl di encama êrişa artêşa Tirkiyê de şehîd bûne lê hîn hejmara şehîdên YPGê nehatine eşkerekirin.

Tê gotin ku zêdetirî 100 kesan jî birîndar bûne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin