Li Efrîn û Girê Spî di 18 rojan de 27 kes hatin girtin

.

Ji destpêka sala 2021ê ve heta niha, zêdetirî 27 hemwelatî li herdu bajarên Efrîn û Girê Spî hatine girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê daxuyaniyek belav kir û binpêkirina di heyama 18 rojên sala 2021an de belav kirin.

Li gor daxuyaniya wê navendê ji destpêka sala 2021an ve, li herdu bajarên Efrîn û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê 27 kes ji aliyê grûpên çekdar ên sr bi Tirkiyê ve hatine girtin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê aşkere kir ku 4 zarok û 4 jin jî di nav wan kesên hatine girtin de hene.

Li gorî zanyariyan, di meha borî de grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve 137 kes li Efrînê girtin û navên wan ji aliyê heman navendê ve hatine belgekirin.

Ji 18ê Adara 2018an ve li Herêma Efrînê girtina 7 hezar û 83 kesan ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, hatiye belgekirin.

Her li gor zanyariyên hatine belavkirin, ji wê hejmarê hezar û 41 kes hatine îşkencekirin, 133 kes hatine kuştin, 5 hezar kes hatine berdan û çarenivîsa girtiyên mayî nehatiye zanîn.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 18ê Adara 2018an, piştî êrîşeke ku nêzikî 2 mehan berdewam kir, ket destên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.

Ji wê demê heta niha li Efrînê bi dehên kiryarên revandin û destdirêjiya jin û keçan ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatine kirin, herwiha zewaca bizorê û xwestina fidyeyê ji kesûkaran jî bû ye wek nerîtekê ji aliyê wan grûpên çekdar ve.

Herwiha ji dema kontrolkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve, bi dehan haletên binpêkirina mafên mirovan li hember welatiyên resen ên herêmê ku Kurd in, hatine kirin û rêxistinên mafên mirovan ên herêmî û cîhanî li ser wan binpêkirina raport belav kirine.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye