Li Efrîn û Cindirêsê 2 teqîn

Duhî teqînek li Efrînê û teqînek li navçeya Cindirêsê rû dan û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û hejmarek kesên din birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li Efrînê li ser riya Raco bombeyek bi otombîlekê de teqiya û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin.

Herwiha da zanîn, li navçeya Cindirêsê li nêzîkî baregeheke grûpên çekdar, bombeyek teqiya û hin kes birîndar bûn.

Berî sê rojan jî otombîleke bomebarkirî li nêzîkî baregaha Ehrar El- Şam li Cindirêsê teqiyabû û di encamê de 2 çekdar hatibûn kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûbûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin