Li Edeneyê polîsan êrîşî bernameya bîranînê ya Qetlîama Pirsûsê kir

.

Ji bo kesên di Komkujiya Pirsûsê de can dane, duh (18ê Tîrmehê) li Seyhanê, navçeya Edeneyê bernameyeke bîranînê li dar ketiye. 

Kemal Pekoz, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Edeneyê, Mehmet Karakiş, Hevserokê HDPyê yê Edeneyê, endamên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) beşdarî bernameyê bûne ku li Parka Înonuyî pêk hatiye. 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya, di bernameyê de, beşdaran pankarta “Wê xewn û şerên kesên ku me winda kirin, dê di nivî de nemînin” hildane. Wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bilind kirine. Canser Dayanir li ser navê beşdaran metna ku hatiye amadekirin, xwendiye. Dayanirî piştî ku qurbanî bibîr aniye gotiye ku berpirsiyara Qetlîama Pirsûsê desthilatdariya AKPyê ye. 

Ciwanan piştî daxuyaniyê, xwestine ji Parka Înonuyê heya Parka Rêwîtiyên Xewnan bi meşin. Polîsan ji bo meşê destûr nedane û êrişî komê kirine. Polîsan di êrişî de li ciwanan xistine. Hevserokê HDPyê yê Edenê Mehmet Karakiş li dijî vê rewşê derketiye. Lê polîsan ew ji qadê dûr xistiye.

Di dema êrişa polîsan de, 19 ciwan bi lêdanê hatine desteserkirin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Edeneyê. Navê ciwanên hatine desteserkirin wiha ye: Ayşe Bezegîş, Elîf Kesen, Onur Yoldaş Mete, Cîhan Azîzoglu, Mutlu Ozşîmşek, Alî Baskin, Huseyîn Para, Canser Dayanîr, Serhat Yaman, Recep Koltuk, Ulaş Can Taylan Arguç, Bariş Bozkurt, Huseyîn Emun, Recep Korluk, Berk Alici, Selahattîn Burnaz, Bulent Sunar, Esat Kaya û Yalçin Emun.

19 ciwan vê sibê serbest bûne

Li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê, bi tohmeta ku “Li dijî Qanûna civîn û meşan derketine” îfadeya ciwanan wergirtine. Piştî ku ciwanan îfadeyên xwe dan û doktoran ew kontrol kirin bê ka ti îşkence an jî kiryarên nebaş li wan hatiye kirin ya na, serbest bûne.

Bianet

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin