Li Diyarbekirê şahîya Newrozê dest pê kir

.


Li bajarê Diyarbekir yê Bakûrê Kurdistanê, merasima pîrozkirina cejna Newrozê dest pê kir.

Qasekî beriya niha, bi beşdariya bi hezaran kes şahîya Newrozê li bajarê Diyarbekir yê Bakûrê Kurdistanê dest pê kir.

Di ahengê de alaya Kurdistanê jî hatiye bilindkirin.

Şahî di bin tedbîrên tund yên ewlehî û tenduristiyê de birêve diçe.

Îro ji bilî Diyarbekirê, li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê jî cejna Newrozê tê pîrozkirin. Nêzîkî demjimêrekî ye şahîya Newrozê bi beşdariya bi hezaran kes li wir dest pê kiriye. Li Wanê jî tedbîrên tund yên ewlehî û tenduristiyê hatine girtin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin