Li Diyarbekirê pêşangeha ciwankariyê tê lidarxistin

.

Di navbera 23-26ê Hezîranê de yekem Pêşangeha Ciwankariyê tê li darxistin. 

Li Diyarbekirê di navbera 23-26ê Hezîranê de yekem Pêşangeha Ciwankariyê tê li darxistin. Di pêşangehê de dê 60 kompanî û ji 100ê zêdetir marqe beşdar bibin. Dê di pêşangehê de kompaniyê kuaforan jî şowên xwe pêşkêş bikin.

Li Diyarbekirê di Navenda Kongre û Pêşangehê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê de Yekem Pêşangeha Ciwankarî û Kozmetîkê dê were li dar xistin.

Pêşangeh dê di 23ê Hezîranê roja çarşemê dest pê bike û heta 26ê Hezîranê roja şemiyê bidome. Pêşengeh dê 4 rojan bidome û demjimêr 10.00ê sibê dê bo serdêran were vekirin û 21.00ê şevê jî dê were girtin.

Di pêşangeha ku cara yekem e li Diyarbekirê tê li darxistin de dê 60 kompanî û ji 100î zêdetir marqe jî bi berhemên xwe beşdar bin.

Serokê kompaniya amadekar a pêşangehkariyê ya Startê Musa Ozturk da zanîn ku ew dixwazin sûdê bidin danasîn û aboriya Diyarbekirê jî û her wiha armanca wan ew e ku ew aboriya ku piştî pandemiyê zirareke mezin dîtibu dîsa geş bikin.

Di pêşangehê de dê kompaniyê kuaforiyê jî bi şowên xwe yên cawaz cih bigirin û di warê oprasyonên estetîk de jî dê bijişkên pisporê estetîkê agahiyan bidin. Her wiha amadekaran dan zanîn ji ber ku serdema pandemiyê ye dê hay ji hemu rêkarên paqijî û xweparêziyê jî hebin.

Amadekaran dan zanîn ku ew ê îsal 11 pêşangehan li Diyarbekirê li dar bixin û dixwazin ji 100 hezarî zêdetir serdêr bikêşin pêşangehê û bi teybetî jî bo tevahiya salê armanca wan ew e ku ji 1 milyonî zêdetir serdêr bikêşin pêşangehan.

Li Diyarbekirê yekem pêşangeha piştî serdema pandemiyê ya sala 2021an de hatî li darxistin Pêşangeha Çandiniyê bu ku pêşangeha navbera 30ê Adar û 3yê Nîsanê hatî li darxistin de 124 hezar serdêran serdana pêşangehê kiribun.

 Mahîr Yuksel / K24

Niha jî armanc ew e ku ji vê hijmarê zêdtir serdêr serdana Pêşangeha Ciwankariyê bikin.

Kurdistan Haberleri

Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir