Li Dîyarbekirê hezar karmend ji kar hatin dûrxistin

21ê Tîrmehê de rewşa awarte li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hat îlankirin û selehetîya walîyan zêdetir bû

 

Piştî derbeya nebisreketî ya 15ê Tîrmehê di 21ê Tîrmehê de rewşa awarte li seranserê Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hat îlankirin û selehetîya walîyan zêdetir bû. Li Diyarbekirê hezar û 9 karmend ji kar ahtin dûrxistin.
 Li gor agahîya walîyê Dîyarbekirê; 382 mensûbê emnîyetê, 288 mamoste, 97 karmendên mudûrîyeta dezgeha malbat û sosial,  56 akademisyen  ku  yek ji wan rektora Uniwersîteya Dîcleyê Prof Dr Ayşegül Jale Saraç, 41 esker, 19 karmendên TRT ya Dîyarbekirê, 10 karmendên mudûrîyeta ciwan û xizmetê , 8 karmend ji dezgeha bacê,  6 karmend ji Midurîyeta Telekom a Herêmê, 4 karmend ji dezgeha ziratê, 7 îmam, 2 qaymeqam 2 mufetîşê bacê, 69  dadger û dozger û ji dezgehên din jî 15 karmend ji kar hatine dûr xistin. 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin