Li Diyarbekirê desteserkirina mafparêzan hat şermezarkirin

.

Îro berdestê sibê, bi operasyoneke hevdem, Hevserokê Gişi yê Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê û nêzîkî 60 kes hatibûn destserkirin. 

 Îro berdestê sibê, bi operasyoneke hevdem, Hevserokê Gişi yê Komeleya Mafên Mirovan ÎHDê û nêzîkî 60 kes hatibûn destserkirin.

Li Komeleya ÎHDê ya Diyarbekirê jî, ÎHDa Diyarbekirê û saziyên mafparêz bi daxuyaniyekê, destserkirin û girtina Parêzer û Mafparêz Ozturk Turkdogan û pêkutiyên li ser saziyên sivîl û  kesên muxalîf şermezar kirin.

Serokê ÎHD yê şaxa Diyarbekirê Abdullah Zeytûn di daxuyaniyê de bal kişand ku tu pîvaneke hiqûqî û mafan li Tirkiyeyê nikare xwe ji êrişên desthilatê biparêze û bi binpêkirina zagon û hiqûqê her titş tê kirin.

Zeytûn desteserkirina Ozturk Turkdogan  û kesên ku hatine desteserkirin jî, hewla şikandina têkoşîna maf û azadiyan nirxand û bang û daxwaz kir ku hiqûqa heyî bê bicîhkirin û dest ji kirinên der hiqûqî û mafên mirovî bên berdan.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye