Li Diyarbekirê dest bi çêkirina rêya hesin dikin

.

Li Diyarbekirê bo barê trafîkê sivik bikin xebata avakirina sîstema hesin ya rayê destpêkir. Îhala peojeyê hatiye çêkirin û divê di sala 2023 an de avakirina sîstemê biqede. Sîstem dê di sala ewilî de rojane 74 hezar û 342 rêwiyan bibe û bîne.

Proje bi fermana parêzgerê Diyarbekirê û hem şaredarê bajê Münir Karaloğlu ku xwest di plana masterê de guherîn çêbibe, hat destpêkirin. Li gelek bajarên Anedolê sîstema raya sivik heye.

Di projê de rêya raya hesin wê ji Deriyê Çiyê destpêbike û heya Nexweşxana Gazi Yaşargil ya Lêkolîn û Perwerdê here ku dike 14,1 km. 14 km rêya hesin wê ji 23 rawestgehan pêkwere. Guzergah ji Deriyê Çiyê ji Fîskayayê destpêdike û Kolana Ali Emiri- Kolana Hintlibaba -Ekinciler- Bûlwara Turgut Özal - Diclekent –Kolana Mastfiroş bişopîne û here heya nexweşxanê.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin