Li Diyarbekirê 2 teqînên mezin çêbûn

.

 Li Diyarbekirê do nîvê şevê 2 teqînên mezin li binkeyeke asmanî ya serbazî çêbû û bajar ji ber wan teqînan hejiya.

Li gor Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ji ser Twitterê diyar kir, bi 2 dronan êrîşî baregeheke serbazî kirine û ew drone hatine pûçkirin.

Suleyman Soylu da zanîn, ti zirarek canî çênebûye.

Herwiha Parêzgariya Diyarbekirê jî bi daxuyaniyekê eşkere kir, bi dronan êrîşek pêk hatiye û di encamê de ti ziyan çênebûye. 

Hêjayî gotinê ye, hem Suleyman Soylu û hem jî parêzgariya Diyarbekirê eşkere nekirin bê ka ew ew êrîş ji aliye kê ve hatiye encamdan. 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye