Li Diyarbekirê 18 kes hatin girtin

.

 Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ragihand ku di operasyoneke dijî rêxistinbûna bajêr a PKK/KCKê de 18 kes hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di operasyona li ser Mala Zanyariyê ya Mezopotamyayê de lênûseke di banê wê de ku veşartî hatiye dîtin û encama lêkolînên ser vê lênûsê  22 kesên ku serî li encûmena taxê ya PKK/KCKê dane hatine eşkere kirin û derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Herwiha hat gotin ku18 kes bi tometa PKK/KCK hatine desteserkirin û li mal û kargehên gumanbaran jî tiving û demançeyeke bêrûxset, gelek amûrên dijîtal û pirtûkên rêxistinî, kovar, belge û wêneyên PKKiyan hatine bidestxistin.

Serdozgeriyê daye xuyakirin ku ji bo girtina 4 kesên din jî lêgerîna wan dewam dike.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye