Li Dîlokê teqîna xwekujî; 3 polis mirin

Di dema operasîyonê de yek ya jî ji yek kesî zêdetir ji bo nekevin destê polis bombayên ser xwe teqandine endamê rêxistina DAÎŞê ne

Li taxa Beşyuzlerevlerî ya navçeya Şahînbeyê ya bajarê Dîlokê (Anteb) dema polis di malekê de xwestîye operasyon çêbike, teqînek qewimîye, di encama teqînê de 3 polis hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

Bûyer di 16ê Cotmeha 2016ê de seat li dora 12:45ê de qewimîye; li gor agahîyan dihê îddîakirin di dema operasîyonê de yek ya jî ji yek kesî zêdetir ji bo nekevin destê polis bombayên ser xwe teqandine endamê rêxistina DAÎŞê ne; 8 kesên ku birîndar bûne 4 kes ji wan welatîyî Sûrîyeyê ne. Polis derûdora taxê dorpêç kiriye û kes nêzî taxa nake.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin