Li Dîlokê teqîn; 22 kuştî 94 birîndar

Li Dîlokê di dawetekê de teqîn çêbû

Li bajarê Dîlokê, li taxa Şahînbeyliyê di dawetekê de teqînek çêbû. Li gora agahiyên pêşî 12 kes mirin dora 20 kesî jî birîndarin.

Li gor daxuyanîya Walîtîya Dîlokê di teqînê de 22 kes mirine û 94 kes jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên fermî kesekî jê guman tê kirin ku DAÎŞî ye, di daweta malabetek kurd de xwe tevî bombeya li laşê wî pêçayî teqand.

Tirs ev e ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin