Li dijî Sîyaseta Entegrasyonê yekîtî!

Cano Amedî

Cano Amedî

Em zanin ku di demên şer û pefçûnan de, di pêvajoyên qeyranên siyasî, aborî û civakî de komên berjewendîperest, komên sûdperest yên rantxur û grûbên mafya, di bin sîya desthilatdarîya dewletên dagirker de bi rêya gef, tirs û çavtirsandinê dixwazin raya giştî dîl bigirin û desthilatdarîya xwe bidomînin. Ev komên hanê, di nav pergala dewletê de, di bin kontrola îstîxbaratê de weke grûbên mafya tevdigerin û pişta xwe didin Baronên diz û keleşan yên desthilatdarîya xwe ji demsalên şer digirin.

Dîroka têkoşîna neteweyî û civakî daye îspatkirin ku di pêvajoyên şer de gava ku civakek xwedî çand û dîrokek kevnar be, li hemberî zext û zulmê bêdeng bimîne, li ronakbîr û hunermend xwe yên xwedî wîjdan, li zarokên xwe yên têkoşer û niştimanperwer xwedî dernekeve, bi problemên civakî re rûbirû dibe.

Gava ku civakek li çanda xwe, li dîroka xwe, li nîrx û zarokên xwe xwedî dernekeve û wan radestî însafa komên zextê bike û li hemberî neheqiyê bêdengiyê hilbijêre, ev tê wê watê ku li wir trajedî û travmayên kûr hene.

Ji bilî bandora dîlbûyina tirsê, ev rewşa hanê; pejirandineke ji dilxwazîyê bêtir, weke encamên sendroma "bêçaretiya hînkbûyî û sepandî" civak ji bertek û helwestên civakî dûr dikeve û li hemberî “qedera xwe” xwe radestî bêçaretîyê dike.

Gava ku bandora tirsê civakê dîl bigire, tirs, kesan ji hev qut dike, bingeha pêwendîyên mirovahî pûç dike; rê li ber bertekên rêxistinî û hewldanên, çalakiyên hevpar asê dike, sûdên heyî ji destê wan digire.

Civak, her ku li hemberî siyaseta lînçkirin her weha îzolekirinê bêdeng bimîne, di rastiyê de paşeroja xwe û mekanîzmayên xwe yên xweparastinê parçe bi parçe radest dike. Civakek ku nikaribe hêjayiyên xwe, nîrx û çanda xwe, ronakbîr û stûnên pêkvejiyanê biparêze, xwedîtî li hev neke, li wîjdana kolektif xwedî dernekeve û zarokên xwe yên têkoşer mehkûmî tenêtiyê bike, bîra xwe û hişê xwe yê rexnegir winda dike. Ev civak paşeroja xwe tarî dike. Ev rewş, nîşana herî berçav e ku têkiliyên li ser berjewendiyên hevpar, rizîbûneke civakî û hevbeşîya sûc a kolektîf pêktîne. Ev tora têkiliyên berjewendîperest weke leflefoka jehrî bi lez civakê dipêçe û wê dirizîne.

Ji bo pêşî li vê dorpêçkirinê û pûçkirina çanda lînçê bê girtin, pêwîstî bi hevkarî û hişyarkirina civakê heye. Rêya vê jî di rêxistinbûnek civakî re derbas dibe.

Îro li welatê me bi zanîn, li gorî proje û paradigmayên nû, dixwazin civaka kurd bi leflefoka mafyayê kontrol bikin û tevna civakê birizînin.

Dewlet bi rêya teknolojîyê dixwaza çand, dîrok û bîra miletê Kurd têkbibe. Mixabin bi zanîn an bi nezanî, hevkarên wan yên berjewendîperest têra xwe hene. Ji bo vê jî divê Miletê Kurd li hemberî proje û paradîgmayên têkçûnê hişyar be, baldar be û xwedî helwest be. Bi bertekên niştimanperwerî rê li ber sîyaseta entegrasyon û pûçkirinê bigrin.

Divê em tu carî ji bîr nekin "Tu tişt bi qasî azadî û serxwebûnê bi rûmetir tuneye!" Divê civaka Kurd, bi vê hişmendîya netewî li hembêrî dagirkeran, hevalbendên wan û çeteyên mafyayê xwedî bertek û helwest be.

11.06.2026