Li devera Elend ya Xoy du kolber ji alîyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin

Li devera Elend ya bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê du kolberên kurd ji alîyê pasdarên Îranê ve hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan - Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandîye, îro danê sibê pasdarên Îranê li devera sînorî ya Elend ya bajarê Xoy, komek kolberên kurd dan ber guleyan.

Li gorî agahîyan, di wê êrişê de du kolber hatin kuştin.

Kolberên han xelkê gundê Kerkuj bûne. Navê yekê Muhsin Derwîşzade û navê yê din jî Îbrahîm Cordîzî bûye.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin