Li Derya Reş keştiyeke Rûsyayê binav bû  

.

Li bendera Bartin a Tirkiyê ku li Derya Reş e, keştiyeke Rûsyayê binav bû. Agahiyên destpêkê diyar dikin, di encamê de 2 kesan can dane û 5 kes jî hatine rizgarkirin.

Li gor zanyariyan, ji ber rewşa nebaş ya hewayê, keştiya Rûsyayê ya bi navê Arvîn ku 13 fermanber têde bûn, li bendera Bartinê ya Tirkiyeyê binav bû.

Piştî hewlên rizgarkirinê, termên du kesan hatin dîtin û 5 kes jî hatin rizgarkirin. 

Herwiha, lêgerîna 6 kesên din didome û hemû fermanberên keştiyê, welatiyên Rûsyayê ne.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye