Li Dêrsimê zivistan pir dijwar e

Li gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê berfa zêde û sirr û seqem jiyana welatiyan zehmettir dike. Li Pulur a navçeya Dêrsimê dirêjahiya berfê gihişte sisê metreyan.

Xaniyên navçeya Pulur a bi ser bajarê Dêrsimê di nava berfê de winda dibin. Avahiyên dibistanan û daîreyên dewletê hema hema di nava berfê de xuya nakin.

Niştecihên Pulurê dibêjin ku ji kengê de ye zivistaneke wiha serma û berf nehatiye dîtin. Carinan cîran nikare ji berfê mala cîranan bibîne. Di destê wan de bêr hene û di nava bajêr de rê vedikin.

Di nava nişteciyan de hene ku bi barîna ew çend berfê kêfxweşiya xwe dibêjin û hene ku ew çend berf bo wan astengiyan peyda dikin û ji berfê razî nînin. Ew kesên ku xaniya wan yek qat in ji berfê zêde tesîrê dibînin û xaniyên wan di nav berfê de winda dibin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin