Li Dersimê tacîzkarek hat girtin

.

Tacîzkar Huseyîn O., yê li navçeya Pulurê tacîzî zarokek 11 salî kiribû, hat girtin.

Li navçeya Pulur a Dersimê, Huseyîn O., yê tacîzî zarokek 11 salî kiribû hat girtin. Bûyer di 6’ê Hezîranê de pêk hat. Piştî ku zarokê ev rewş ji malbata xwe re vegot, bûyer derket holê. Malbat li ser vê yekê çû Miduriyeta Polîsan a Navçeyê û derbarê Huseyîn O. de gilî kir. 

Huseyên O. yê ji aliyê dozger ve îfadeya wî hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hat kirin. Dadgehê bi gumana ku dibe Huseyîn O. delîlan ji holê rabike û bireve, derbarê wî de biryara girtinê da. 

Hat destnîşan kirin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de, dewam dike.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin