Li Dêrsimê qedexe bo 15 rojên din hat dirêjkirinê

.

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê berî ku qedexe bi dawî be tê dirêjkirin. Li parêzgehê careke din qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyên wiha bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Parêzgariya Dêrsimê bi daxuyaniyeke nivîskî, eşkere kir ku li tevahiya bajêr hemû çalakî, meş û xwepêşandan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniyekê Parêzgariya Dêrsimê, ji roja Çarşemê 29ê Îlona 2021 heta 13ê Cotmeha îsal, bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û çalakiyên wiha qedexe ne.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye